Li ser Şermola agir li dar e Amûda kevnar hîn bê buhar e Li Orkêșa dil jar û hewar e Ji ewrên xweziya baran dibare Daryos li darê ketiya taya te Girê Kemalî kiriya bêriya te Çaxir ji mêj de bûye sîka te Mixabin îroj êşek gihaye te Agirê sînemê dîsa dizîvirî Li toşa nûjen kesî ne nêrî Ji ber setemê şkestin derî Kerwan rokê hat û bihurî Deşta Mêrdînê bi te rûgeș e Li ser te îro dil mest û serxwes Pel ji darên xwe bêhiş diweşe Ro çûye ava hîn li te şevreş e