كلمات Amûdê

🎤 Şero Betê
Li ser Şermola agir li dar e
Amûda kevnar hîn bê buhar e
Li Orkêșa dil jar û hewar e
Ji ewrên xweziya baran dibare

Daryos li darê ketiya taya te
Girê Kemalî kiriya bêriya te
Çaxir ji mêj de bûye sîka te
Mixabin îroj êşek gihaye te

Agirê sînemê dîsa dizîvirî
Li toşa nûjen kesî ne nêrî
Ji ber setemê şkestin derî
Kerwan rokê hat û bihurî

Deşta Mêrdînê bi te rûgeș e
Li ser te îro dil mest û serxwes
Pel ji darên xwe bêhiş diweşe
Ro çûye ava hîn li te şevreş e
🟢 واتساب 𝕏

أغانٍ أخرى لـ Şero Betê

كل أغاني Şero Betê ←